Nexweşxaneya Ajalan a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, hespa ku lingê wê şikestî, ji bo dermankirinê şand Stenbolê.
Piştî ku hayê Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê jê hat çêkirin ku li Qada Seyrangehê ya di navbera Nisêbîn- Midyadê de lingê hespekê şikestiye, ew ketin nav tevgerê. Ekîbên Navenda Rehabîlîtasyonê ya Ajalan a girêdayî Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê hesp ji wir anîn navenda ajalan.
Ajala ku li vir hat dermankirin, piştî mudaxeleyên pêwist ji bo emeliyatkirina lingê birîndar şandin Fakulteya Vetenîneriyê ya Zanîngeha Stenbolê.
Bülten
